
Agirpêketinek berfireh li dibistana gundê “Şivankendî” li devera “Pîre” a girêdayê bajarê Xoyê qewimiye û ew dibistan bi tavahî şewîtiye.
Roja Duşemî 11ê Nîsanê agirpêketinek berfireh li dibistana gundê “Şivankendî”yê qewimiye û her du odeyên wanegotinên wê dibistanê bi tevahî şewitîne, lê ti xisarek canî tine bûye û berpirsan îdia kirine ku ew agirpêketine bi sedema pirsgirîka motorxaneya wê dibistanê bûye.
Dibistana “Şivankendî” ku 2 odeyên wanegotinê hebûne bi tevahî şewitine û alavên germikirina wê dibistanê nestandard bûne.
Gundê Şivankendî bi heşîmeta 267 kes 10 KM bajarê Xoyê ye.