Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di bajarên Îranê de xwenîşandan û nerizayetî heye

12:49 - 15 Hezîran 2020

Di wan çend rojên derbasbûyî de, di zaf bajar û parêzgehên Îranê de xwenîşandanên nerizayetiyê dest pê kirine û rejîm ji tirsa berfirehbûna nerizayetiyan bo asta seranserî di nav piraniya bajaran de, hêzên tepeserkar danane.

Roja Yekşemî, sedan kes bi hegera gendeliya rejîmê û bêserbûna perê xwe, ber deriyê banka navendî kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Her di vê rojê de, xwediyê “hewaleyan” yên şîrketa “Azwîko”yê bi nîşana nerizayetiyê ber deriyê Wezareta Pîşe kom bûn.

Şirketa “Azwîko” di kareke gendelî de, 200 milyon dolar ji 5 hezar malbatan wergirtiye û ji Îranê ve hinartiye derveyê welat.

Roja Yekşemî sedan mamostayên peymankar ên mafê wanegotinê, li piraniya bajarên Îranê ber derê îdarên Perwerde û Hînkariyê kom bûn û daxwaza mafê xwe kirin.

Roja Şemî parek ji xwedî bazar û dukanan li bajarê Kirmanê li hember Parêzgariya Kirmanê kombûna nerizayetiyê pêk anîn.

Sedan kirêkarên Şaredariyê bi nîşana nerizayetiya li hember nedana hedestê xwe li ber derê Parêzgariya Karûnê kom bûn.

Sedan Werzgarên Xûzistanî bi hegera evê ku rejîmê her tiştek pişt guh xistiye, dest kirine bi xwenîşandanê û ber derê Saziya Werzgariya Xûzistanê kom bûn.

Di demekê de ku nerizayetiya xelkê zêde bûye, rejîm li hemû bajaran hêzên tepeserkar û matorsivar danane.