
Roja Pêncşemî 16ê Kanûna Pîşîn, ji aliyê girûpa jîngehparêzî ya bi navê “Niştimana Sahib” li ser girê “Seyîd Ehmed” ê bajarê “Sahib”ê li jêr navê “Ev nîştimana bi bejna Zagrosê ve civane”, çalakiyek berfireh a jîngehparêziyê lidar xistin.
Jîngehparêzan di wê çalakiya jîngehparêziyê de toyên “dare berû û bademan” çandin.
Herwisa di bernameyek a “Zagrosane” yê de ku ji aliyê “Encumena Sewza Ciya” ya bajarê “Merîwanê” bi rê ve çû, girûpa “Simorekanî Zagros”, girûpa mûzîk a “Filarmonîk” û girûpên çiyagerî yên “Helo Xan û Hêlane dil”ê, çalakiyên berfireh ên jîngehparîziyê lidar xistin.
“Zagrosane” hewlek bo parastina Jîngehê ye ku rêkxiravên jîngehparêz bi alîkariya welatiyan bi armanca parastina sirûşta Kurdistanê û bi çandina toyên daran û şitlên daran bi rê ve dibin.