Pêka nûçeyên belavbûyî, li bajarê Urmiyê pirsgirêka kêmbûna birinc heye û xelk neçar mane bona kirîna birinc di dorên dirêj de rawestin û di rewşa niha a Koronayê de karekî here metirsîdar e.
Xelkê bajarê Urmiyê bi taybet li taxên derdornişîn yên wekî Kuştargahê, li dorên tevlihev yên jin û zarok û kalan, çendîn demjimêran radiwestin ku bikarin birinc bikirin; Bi berçavgirtina rewşa sor a Koronayê li bajarê Urmiyê, dorên wiha dirêj û bi çendîn demjimêran, rasterast dibe gef li ser canê xelkê û rejîma Îranê bona çareserkirina wê pirsgirêkê ti pêngavek hil negirtiye.
Herwisa li bajarî Îlamê jî, pirsgirêka kêmbûna birinc û çendîn hewcehiyên din hene û xelk bona kirîna birinc li dorên dirêj de radiwestin û tevî hebûna metirsiya tûşbûn bi Koronayê, neçar in çend demjimêran di wan doran de rawestin.
Rejîma Îranê her heyamê carekê çendîn gemiyên balhilgir ên xwarinên wekî birinc, rûn, şeker û çendîn berhemên din wekî berhemên şîr û berhemên paqijkirinê bo welatên wekî Sûriye, Lubnan û Vênêzoêlayê dişîne, ti bernameyek bona dabînkirina hewcehiyên xelkê Îranê tinîne û ti girîngiyek bi daxwaz û hewcehiyên xelkê Îranê nade.