
Xelkê Kurdistan û Îranê bi hegera tinebûna dermanan bo nexweşan, rastî pirsgirêkên micid hatine.
Bi sedema tinebûna hindek ji dermanên hewce di nexweşxaneyan de, xelk rastî pirsgirêkan hatiye û ew derman di bazara azad de jî peyda nabin ku bikarin heya bi pereykî zêde jî wan dermanan bikirin.
Dermanên Şêrpencê ( seretan ) yek ji wan dermanên hewceye ku, di bazaran de peyda nabin û nexweş rastî nigeraniyê hatine.
Cuda ji tinebûna dermanên şêrpencê wekî dermanekî taybet, Ensolîn, Vîtamîn, Dêpakîn û çend dermanên din yên nexweşiyên giştî, di bazaran de peyda nabin.
Karbidestên Wezareta Tenduristî yên rejîma Îranê, tinebûna dermanan di Îranê de, bi dorpêçên Amerîkayê re girêdidin, lê kirîna derman û xwarinan di dorpêçên Amerîka li ser rejîma Îranê de, cih negirtine.
Serokê Giştî yê “Heyva Sor”, yê rejîma Îranê,“Mehmûd riza Pîrotî”, di sala derbasbûyî de ragihandibû ku 350 heya 400 core derman di Îranê de peyda nabin.
Wî berpirsê rejîmê, sedema bingehîn a pirsgirêkên tinebûna demanan bi tinebûna budceyê ve girêdide.
Serokê Bername û Budce yê rejîma Îranê, “Mihemedbaqir Nobext”derheq kêmbûna dermanan ragihandibû: “Em di hember derman û xwarinê de jî nikarin neftê bifroşin”.