Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Berdewamiya nerizayetiya xelkê de li Îsfehanê girtî, kuştî û birîndar hebûne

18:16 - 27 Çirriya paşîn 2021

Di berdewamiya xwenîşandanên nerizayetî de li bajarê “Îsfehan”ê, zêdetir ji 100 kes hatine binçav kirin û çendîn kes hatin kuştin û birîndarkirin.

Pêka girte vîdyoyên belavbûyî xwenîşandana nerizayetî di bajarê “Îsfehan”ê de berdewam e û hatiye belavkirin ku ew kombûnên nerizayetiyê bi di şewan de jî berdewam in û xelkê nerazî siloganên “Mirin bo dîktator” dane  û herwisa pêka girte vîdyoyan di navbera xelkê û hêzên serkotkar ên rejîmê jî şer û pevçûn qemiye û hêzên rejîmê bi gulleyên saçimeyî û gaza bîberê, êrîşî li ser xelkê kirine.

Di vê derheqê de Saziya Mafê Mirovî ya Îranê daye zanîn ku 120 kes ji xelkê nerazî hatine binçav kirin û bo girtîgeha “Destgird”ê hatine veguhastin û 3 kes ji wan binçavkiriyan bo “bêhdarî” û “sarxaneya girtîgehê” hatine veguhastin ku rengehiya kuştina wan heye.

Di derheq rêjeya binçavkirî, kuştî û birîndaran de rejîma Îranê ti amarekê belav nake, Berdevkê Zanîngeha Zanista Pizîşkî ya Îsfehanê “Nûredîn Soltaniyan” gotiye rewşa tenduristiya 2 kes ji birîndaran xirab e lê em nikarin ti amarek din belav bikin.

Xwenîşandanên nerizayetiyê nêzî 20 rojan e li derheq bê avî û çikbûna çemê “Zayenderûd”ê û neşiyana rejîma Îranê bo çareserkirina pirsgirêkên wan, di bajarê Îsfehanê de berdewam in.