Bûyera hatinûçûnê li rêya Merend-Xoyê qewimî ku bû sedemê canjidestana 5 kesan ku yek ji wan zarok bû.
Di vê derheqê de Berdevkê Orjansa parêzgeha Tewrêzê “Vehîd Şadîniya” gotiye: “5 kesan ku 3 mêr, yek jin û yek jî zarok in di bûyera hatinûçûnê li rêya Merend-Xoyê di sêrêya “Qaplux”ê de canê xwe ji dest dane û di wê bûyerê de maşînek pêjo digel pêjoyek din û maşînek semend û motorsîklêtekê li hev dane.
Maşînên ku di Îranê de têne berhemanîn tevî ku nirxek gelek zêde hene, standarda hewce bo parastina canê ajotvan û kesên li maşînê de nînin.
Standardnebûna rêyên hatinûçûnê, standardnebûna maşînan û hebûna çal li nav rêyan, bûye sedema zêdebûna rêjeya canjidestdana xelkê di bûyerên hatin û çûnê de.
Li Xakelêweya sala 1401an a Rojî, li derheq amarên hatin û çûnê, Serokê Polîsê Hatin û Çûn ê Întîzamî, “Kemal Hadiyanfer” gotibû: “Li sala 1400an a Rojî de bi sedema bûyerên hatin û çûnê di Îranê de zêdetir ji 117 hezar kes canê xwe ji dest dane û 360 hezar kes jî birîndar bûne.
Her pêka xwedê amarên rejîmê, ji sala 1737an heta sala 1399an a Rojî, 509 hezar kes di Îranê de bi sedema bûyerên hatin û çûnê canê xwe ji dest dane.