Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di bûyerên trafîkê de li bajarê Pîranşarê 7 kesan canê xwe ji dest dane

13:27 - 24 Tîrmeh (Temûz) 2021

Di 2 bûreyên cuda de li bajarê Pîranşarê 7 kesan canê xwe ji dest dane û 9 kes jî birîndar bûne.

Roja Înê 23ê Temûzê, li rêya Pîranşehr bo Nexedê li sêrêya “Qubbe”yê bi sedema bûyera trafîkê 5 kesan canê xwe ji dest daye û herwisa di hemen rojê de li rêya Pîranşar bo Serdeştê, li nêzî gundê “Çiyane”yê, 2 kesên din li bûyera trafîkê canê xwe ji dest dane û di gelempera wan 2 bûyeran de 9 kes jî birîndar bûne.

Pêka nûçeyên belavbûyî di bûyera trafîkê de li rêya Pîranşar bo Serdeştê, bûyer li navbera maşîneke cura Pêjo digel maşenekê ya cura Piraydê bûye ku li demjimêr 1ê sibêzûya roja Şemiyê qewimiye.

Herwisa bûyera trafîkê ya li sêrêya “Qubbe”yê di navbera 2 maşînên cura Pêjo û maşîneke cura Praydê de qewimiye.