Pêka amarên rejîma Îranê, ji rêkevta 25`ê Xermananê ve 52 kesan di çar parêzgehên Kurdistanê de bi sedema petaya Koronayê canê xwe ji dest dane.
Li parêzgeha Urmiyê Korona karesatan diafirîne û di 24 demjimêr de 27 kes bi Koronayê mirine û 1291 kes pêketine.
Li parêzgeha Sineyê, pêketiyên Koronayê rikurda îsal a pêketiyên wê parêzgehê şikand û 931 kes tûşê Koronayê bûne û 6 kesan canê xwe ji dest daye.
Parêzgeha Kirmaşanê duh bi kêmtirîn pêketî zêdetirîn canjidestdayî hebû. Di parêzgeha Kirmaşanê de 371 kes bi Koronayê ketin û 15 kes jî bûne qurbanî.
Parêzgeha Îlam jî bi 217 pêketiyan şahidê 4 qurbaniyên Koronayê bûye.
Pêka amara roja Pêncşemî a rejîma Îranê, di Îranê de 18 hezar û 21 kes bi Koronayê ketine û 453 kesan jî canê xwe ji dest dan.
Eva jî di halekê de ye ku rejîma Îran îdia dike ku rojane 5 milyon kes vaksîne dike.
Ev amarane yên navendên amarî ên rejîmê ne û amarên serast çend hember ji vê amarê ne.