Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Çarşemî Sorî de hêzên rejîmê êrîşî ser xelkê kirin

16:48 - 20 Adar 2019

Kurdistanmedia: Li dema şadî û hilkirina Agirê Kule Çarşemî(Çarîsmî sorî) hêzên tepeserkar yên rêjîmê, li çendîn bajar û dewerên Rojhilatê Kurdistanê, êrîşî ser xelkê kirin û girseya şadiya xelkê dane ber gulleyan.

Her di wan deveran de, dinavbera hêzên dijî gelî  yên rêjîmê û xelkê de, şer û alozî derket.

ev êrîş û gulle berdana ser xelkê jî, nekarî berahîka lidarixistina rêûresim û agir Çarşemiya dawiya salê û şadiya xelkê bigirê, û xelk berengarî hêzên dijîgelî bûn.

Ev bajarên ku rastî êrîşên koseyîlk bidestên rêjîmê hatibûn û di navbera van de, şer û pevçûn derketibû wiha ne.  

Li bajarê Dîwandere, hêzên rêjîmê teqe ji xelkê kirin û gaza rondikrêj reşandin, û xelkê dan û bêhûrmetî ji xelkê kirin, li hemerî vê de jî, di gel berxwedanî û bersiva dijkiryarên xelkê rûbirû bûn.

Pîranşehr, hêzên rêjîmê gulle berdane ser xelkê, û sivkatî bi wan kirin, lê, lihemberî berxwedaniya xelkê şadîdost rûbirû bûn.

Kirmaşan,  çekdar û hêzên tepeserkar yên rêjîmê bi armanca pêşîgirtin li hilkirina agir û şadiya xelkê, bajar bi awayekî tewav awarte kiribûn, û li hemî cihan hêzên xwe cihgîrkiribûn, lê dema ku nekarî pêşî ji lidarxistina şadhiya xelk bigirin, gulle biser xelkê de berdan da ku bi wî awayî bikarin girseya xelkê tevlîhev bikin.

Her di vê pêwednoyê de jî, li bajarê Kirmaşanê, xelkê bivêr yên wî bajarî li hemberî, hêzên rejîmê skinînin û di anvbera van de şer û pevçûn derket û xelkê siloganên wekî “mirin bo tepeserkaran” û “mirin bo besîcan” lidijî rejîmê qîr kirin

Ev berxwediyana xelkê li hemberî hêzên rejîmê, ev yeka da zelalkirin ku, hêzên çekdarû gef û givaşên rejîmê nikare pêşî ji lidarxisitina rêûresmê û agirê Çarşemiya dawiya sale û şahiyên xelkê bigire, belkû ev rejîme ku, şikestê dixwe.