Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di çen Parêzgehên Îranê de heya niha jî înternet qut e

11:43 - 30 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmedia: Heya niha jî, li ber evê ku rastî dernekevin, rejîm nevêre înterneta çend parêzgehan vebike, ku serhildana xelkê bi tundî têde tepeserkirin.

Înterneta mobaylan di parêzgehên Kirmaşan, Îsfehan, Elborz, Fars û parek ji bajarên ser bi parêzgeha Tehranê heya niha jî bi tewavî nehatiye vekirin.

Rejîmê roja 25`ê Xezelwerê, li ber evê ku dengê xwenîşandanan negihe cîhanê, û di navxweyî welat de jî, xelk nekare peywendiyê digel hevdu bigrin, înternet di seranserê Îranê de qut kir.

Qutkirina înternetê, bi biryara Şêvra tenahî ya rejîmê bû, da ku bi awayekî herî hovane serhildana xelkê tepeser bike û asta cinayet û kuştarê, dûr be ji ber çawê cîhanê.

Piştî derbasbûna hefteyekê, înterneta (WI-FI) vekir in, û piştî hingê înterneta mobaylan jî vekir in, lê heta niha jî înternet di 6 parêzgehan de nehatiye vekirin.

Her di vê derheqê de, Wezîrê Navxwe yê rejîmê Rehmanî Fezlî gotiye ku, hekî em bizanin rewşa tenahiyê baş be, emê vê demê bigiştî, înterneta wan parêzgehan jî vebikin.

Ev 6 parêzgehên ku rejîmê di wan de, bi hemû awayekê, hevwelatî serkut kirine û asta tepeserî û cinayetên ku têde hatine kirin, bi qasekêye ku rejîm ditirse înternetê veke, ku bê guman hemû cîhan dê haya cinayetên ku hatinî kirin bibin.