
Di berdewamiya xwenîşandanên nerizayetiyê di Îranê de, wê carê di çendîn bajaran de, perestar, karmend, xanenişînkirî û kedkaran bona bi destveanîna mafê xwe, kombûnên nerizayetiyê lidar xistin.
Hindek ji perestar û karmendên nexweşxaneya “Celîl” di bajarê “Yasûc”ê de, bi sedema wernegirtina hiquqê xwe yên 23 mehan, di ber derê bînaya parêzgariya “Kohgîlûye û Boyir Ehmed”ê li bajarê “Yasûc”ê kombûna nerizayetiyê lidar xistin.
Xwenîşanderên nerazî, li ser plakardan nivîsandibûn: “Kê dê alîkariya me bike?, Em westiyane, soza piştewanî ya ruhî û malî çîlêhat? û em mafên xwe dixazin”.
Hevdem karmendên çendîn nexweşxaneyan di Îsfehan û Şîraz ê de, bi hegera zêdenekirina hiquqê wan, dev ji kar berdane û kombûna nerizayetiyê lidar xistine.
ew karmend dibêjin: “Hêj pêka biryara meha Xakelêwe ya sala 1398an, mûçeyên me dane û di wê rewşa bilindbûna nirxan ya bi sam de, ku pişta me çemandiye, li sala 1399an de qasa hiquqê me zêde nekirine.
Herwisa di roja derbasbûyî de, hejmarek ji xelkê bajarê “Meşhed”ê bi sedema bilindbûna nirxa hewcehiyan , rewşa aloz ya jiyanê, di parka “Millet” a bajarê “Meşhed”ê de, kombûna nerizayetiyê lidar xisbûn.
Hêzên tepeserker yên rejîmê, êrîşî li ser wê kombûnê kiribûn û kombûna wan ji hevdu belaw kirin.