Di çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê de wekî Mihabad, Miyaduwav û Pîranşarê de ajotvan û xwediyên maşînan li dor dirêj ên pompên benzînan de rawestiyane û benzîn dest nakeve.
Pêka nûçeyên navxweyî yên Rojhilatê Kurdistanê, di bajarê Pîranşarê de 3 roj e ku benzîn dest nakeve û hejmareke zêde ji maşînên xelkê bê benzîn mane û her 4 benzînxaneyên Pîranşarê “Ostad Elî, Seyd Ezîz, Şêxe û Emîn Eşayirî” bi sedema nebûna benzînê, karê wan rawestiyaye û di nav bajar de jî maşînên bê benzîn û di rêdemayî têne dîtin.
Herwisa li bajarên “Miyanduwav û Mihabad”ê jî, benzîn dest nakeve û maşîn li ber deriyên pompbenzînan de li dorên dirêj rawstiyane.
Pêka gotina xelkê wan bajaran, rejîma Îranê dixwaze bi wî awayî nirxa benzînê hêj bilindtir bike û xwediyên maşînan û ajotvan neçar bimînin bi her nirxekê benzînê bikirin.
Bilindkira nirxa benzîn di Îranê de bê berçavgirtina dahata xelkê ye û zêdetir bona qazanca hin kesên rejîmê an navendeke wê rejîmê ye.