Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di cihê evê ku Perestaran padaşt bikin, jiyana wan dijvar dikin

12:48 - 21 Gulan 2020

Heyamê 10 rojane ku hejmareke peresdarên parêzgehên “Gîlan û Mazenderan”ê, dest bi kombûna nerazîtiyê kirine.

Roja Çarşemî, 20`ê Gulanê, peresdarên parêzgehên “Gîlan û Mazenderan”ê kombûna nerazîtiyê bi rêve birin û ev kombûn ji 10 rojan berî niha ve, li rûberûyê “Wezareta Tenduristî û dermanan”bo heyamê 10 rojane ku li bajarê Tehranê, bi rêve diçin.

Ev peresdar heyamê 89 rojan li rewşekî herî dijvar dene, xizmeta dermanî û pêregihîştin bo nexweşên COVID19 ê li parêzgehên Gîlan û Mazenderanê de kiribûn, lê bi cihê destxweşîkirin ji wan, niha hiqûqê wan nadin û li ser kar jî derxistine.

Piştî belavbûna Vîrûsa Korona yê li Îranê de, Zanîngeha zanistên pizîşkî a Gîlanê, Lihevkirinek bi navê “Lihevkirina 89 rojan” digel peresdaran girêdabûn.

Hejmara wan peresdaran li parêzgeha “Gîlan”ê 500 kes û li parêzgeha “Mazenderan”ê 200 kes bûne.

Li ser wê mijarê, peresdareke parêzgeha Gîlanê bi navê “Mihemed Hisênpûr”, gotiye ku piraniya wan kadrên dermanî ku li encama tûşbûn bi vîrûsa Korona yê de canê xwe ji dest dane ji wan peresdaran yên “Lihevhatina 89 rojan”  bûne û herwisa, bi hegera wan ve malbatên wan xwe jî tûşî wê nexweşiyê bûn.