Kurdistanmedia: Bi sedema berbûna kevir di dema vemirandina agir di devera Dereweran a bajarê Merîwanê de, 3 endamên Encumena Kesik a çiyayê Merîwanê hatin birîndarkirin.
Li gor rapora Kurdistanmedia, di roja Yekşemî 20’ê Tîrmeha 2014’an, daristan û zozanên derdora devera Dereweran a bajarê Merîwanê agir girtin.
Ew agir girtina ku pêştir jî rû dabû, ji aliyê hemwelatiyan ve hat konterolkirin, lê dîsan bi sedema germbûna hewa agir dîsan berbûye vê deverê û hemwelatiyan û endamên Encûmena Jîngehparzî a çiyayê Merîwanê hewl dan ku konterola agir bikin ku di encam de bi sedema berbûna kevir sê endamên vê encumenê hatin birîndarkirin.
Pitir ji 100 kes ji hevwelatiyên gundan û nêzî bi 50 endamên Encumena Kesik a çiyayê Merîwanê bo vemirandin û konterolkirina agir pişikdarî kiribûn.
Darên ku di vî agirî de hatine şewitandin hinek ji wan temenê wan 500 heta 600 sal dibe.
Li gor serhejmariya Encumena Kesik a çiyayê Merîwanê, di sê mehên destê pêka sala 1393’an a Rojî de, 44 haletên agirgirtinê ji daristan û zozanên Sewlawa û Merîwanê qewimî ye.