Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di demekê de Korona gefekî mezine û her maye, di Îranê de qutabxane webûn

13:26 - 16 Gulan 2020

Wezareta Perwerde û hînkirina rejîma Îranê ragihand ku dê roja Şemiyê 16 ê Gulanê di seranserî Îranê de Qutabxane webin û divê hemî Mamosta û birêveberên qutabxanan li ser karê xwe amade bin.

Herçiqas hatiye ragihandin ku deryê Qutabxanan divebe, lê nihajî bi hegera Vîrûsa Korona yê rojane gorî amarên xûdî rejîmê dehan kes canê xwe ji dest didin û hezaran kes tûşî vê Vîrûsê dibin.

Her di vê derheqê de Roja Înê Kiyanûş Cihanpûr berdevkê Wezareta Saxlemiya rejîmê , rewşa awarte bo 4 Parêzgehên Sîstan û Belûçistan, Lorostan, Tewrêz û Xûzistanê ragihan û dehan bajaran de ji nû ve qerentîne hatiye ragihandin.

Di demekî han de ye ku rejîm biryarê dide ku Qutabxane webin û bi wî cûreyî egera hindê heye ku karesatekî mezine mirovî biqevime. 

Ev biryara rejîmê bona wekirina qutabxanan di zaf Bajaran de bûye cihê nerizayetiya xelkê û nîgeranin ku Zarokên xwe bihinêrne qutabxnê.

Di bajarê Urmiyê de pareke zaf ji xelkê nerizayetî dane xûya kirin û daxwaz kirine ku di rewşekî hankî de bila qutabxanan newekin, Berpirsê Îdara Perwerda Parêzgeha Urmiyê, Mihemedî ragihandiye her kesê hezke dikare Zarokê xwe neşîne Qutabxanê, û evên dişînin jî divê rênimayî yên xwe parastinê bo Zarokên xwe berçaw bigrin. Weke Zarokan bi Maşînên Giştî neînin û nebin, Maskê bidne ber devê wan, Lepikan têkne destê wan, û bêjne Zarokên xwe hindî dikarin xwe ji hewal û qutabiyên dinê dûr bigrin.