Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di derdor a çiyayê Çilçemê, bi awayekî cihê şikê, 3 endamên Spaha terorîst a Pasdaran hatine kuştin

18:13 - 30 Tebax 2020

Di binkeyekî Spaha terorîst a Pasdaran de, li derdor a çiyayê “Çilçeme”, a  bajarê “Seqiz”ê, 3 endamên Spaha terorîst a Pasdaran, bi awayekî cihê şik û gunamê, hatine kuştin û spahê di wê derheqê de ti agehiyek belav nekiriye.

Pêka zaniyariyan, di heyamê 2 rojên derbasbûyî de, li gundê “Bis” ber binya çiyayê “Çilçemê”, 3 pasdar hatine kuştin û spahê gotiye xelkê wî gunedî ku ew fetisîne, lê hegera fetisandin a wan bo xelkê rohn nekirine.

Pêka zaniyariyan, her di wê demê de ku dengê teqê wî cihî hatiye bihîştin, çend  Maşînên Ambolans geheştine wir û çend helîkopteran jî di esmanê deverê de, devir lêdane û termên wan pastarên kuştî bo bajarê “Dîwanderê” hatine veguhastin.

Heya niha malperên rejîmê û Spaha terorîst a pasdaran li wê derbarê de, ti agehiyek belav nekirine.