Li bajarê “Dere Şehir” ê ser bi parêzgeha Îlamê, pirsgirêka micid ya nebûna rûnê sorkirinê heye û xelkê wî bajarî rastî pirsgirêkan hatine.
Roja Şemî 16ê Kanûna Paşîn, ragihandinên xwecihî yên “Dere Şehir” ê girêdayê parêzgeha Îlamê dane xuya ku, çendîn roj e ku rûnê sorkirin di wî bajarî de peyda nabe û herwisa kirîna rûnê hişk jî mijarek e ku heyameke zêde ye, peydakirin û kirîna wê bi nirxekî zêde, bi zehmetiyan û bi qasekî kêm e.
Pêka ragihandinên xwecihî, firotina bi zorê ya tiştên din digel rûnê sorkirinê bû sedem ku xwediyê firoştingehan digel xelkê rastî pirsgirêkan bibin û bona wê yekê dest ji anîna rûnê sorkirinê berdane û naxawzin digel xelkê rastî pirsgirêkan bibin; Li piraniya firotingehan de firotina bi zorê a hin kelûpelan digel rûn bûye sedema nerizayetiya xelkê û xwediyê firotingehan jî naçine jêr barê wê pirsgirêkê.
Herwisa wan çavkaniyan daye zanîn ku, bi tenê di 1-2 firoşgehên zincîreyî de gelek kêm rûn bi xelkê re tê firotin.
Xelkê parêzgeha Îlamê bi sedema xemsariya berpirsan, rastî pirsgirêkan tên.