
Kurdistanmedia: Li Deşta “Keboder Ahangî” a bajarê Hemedanê bi awayekê metirsîdar erd daketiye, û hindek çalên metirsîdar çê bûne.
Medyayên girêdiyî rejîma Îranê, roja Înê 2`ê Xermanana 1397`an (24`ê Tebaxê) wêneya daketina erdê li deşta “Keboder Ahengî” belav kirine ku li gorî wan nûçeyan, bi sedema daketina erdê di vê deverê de, çalek bi panahiya 60 metran û kûrahiya 40 metran çêbûye.
Pisporan sedema çêbûna çalên bi vî rengî di deverên Îranê de, mifahwergirtina zêde û bêbername, û bêserûberiya di bikaranîna avên bin`erd de dane zanîn.
“Nûçegihaniya Mêhr” a girêdayî rejîmê di vê derheqê de nivîsiye, ev yeka nîşaneya vê rastiyê ye ku erd heya bi kûrahiya 60 metran hişk û bê av bûye, û tu şeh û teratiya wê jî nemaye.
“Adil Erebî” berpirsê Saziya Jîngeha parêzgeha Hemedanê jî di vê derheqê de ragehandiye ku: “Ev xesarên ku gihîştine erdê, aliyê kêm 50 sal dem dixwaze da ku wekî xwe lê bê”.
Eva 25.mîn diyarde ye ku dakatina erdê û çêbûna çalên bi vî rengî di deşt û deverên Îranê de çê dibin.
Zana û pisporên warê Erdnasiyê, nîgeranê vê yekê ne ku ev diyarde, bajar û deverên pîşesazî jî tevlîhev bike, û bibe sedema xesarên giran.