Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di deşta “Buqa`i” de Hizbullaha Lubnanê heşîşê berhem tîne

11:13 - 21 Çirriya paşîn 2021

Deşta Buqa`i li Lubnanê çendîn sale bûye cihê berhemanîna heşîşê û zêdetir ji 30 hezar werzêr di wê deverê de û bi aîkarî û piştevaniya Hizbullahê heşîşê berhem tînin.

Raportêrê televizyona Almanî ya bi navê “ARD” ku serdana devera Deşta “Buqa`I”ê kiriye digel bajarvanê bajarê “Yemûne”yê ku yek ji navendên çandina heşîşê ye hevpeyvîn kiriye û wî bajarvanî bi rohnî û aşkira ragihandiye ku di wê deverê de heşîşê berhem tînin û karê werzên deverê bi tenê çandina heşîşe.

Piraniya çandina heşîşê bi birêveberî û çavediriya Hizbullaha Lubnanê tê encam dan û ji berhemanîna heşîşê dahatek gelek zêde bi dest tîne.

Girûpa Hizbullah a Lubnanê ku ji aliyê Amerîka û Ewropayê ve bi terorîst hatiye nasîn û nêzî %70 xercê wê ji aliyê rejîma Îranê ve tê dabîn kirin, toreke ticareta madên hişber ji malbatan, xizm û kesên nêzî hev pêk aniye ku toreke gelek aloz ya ticaretê rêkxistine ku bi wê sedemê eşkerekirina wan torên ticareta madên hişber gelek zehmet e.

Karnbasekî siyasî li derheq wan torên ticareta Hizbullahê de gotiye: “Ew mafiya nînin lê gelek menetirsîdartir ji mafiyayê ne, ew dibêjin ku: “Tu wekî Musilmanek mafê bikaranîna madên hişber tinîne lê dikarî bi alxayînî bi “kafiran” bifroşî û ew beşek ji cihad li dijî dujminên Îslamê ye”.