Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di destpêka sala 2014’an de, harî kêm 250 kes di Îranê de hatine darvekirin

16:25 - 27 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Nawî Pîlanî komîsera peyebilin a mafên mirovan ya Rêxistina Netewên Yekbûyî (NY) di Jinêvê de ragehandibû, di destpêka sala 2014’an de 250 kes di Îranê de hatine lidarvekirin.

Radyoya Almanê bilavkir, navenda mafên mirovan a NY serbarê îlan kirin nigeraniya xwe li berdewamiya bi rêve çûna ceza darvekirinê di Îranê de, bi 29 dengên erênî di koma giştî a 47 dengan de lihevhatinek li varî hiloşîna ceza darvekirinê di cîhanê de hat pejirandin.

Pêş wan dengane Nawî Pîlanî komîsera peyebilin a mafên mirovan a Rêxistina Netewên Yekbûyî, di roja Pênçşemî 26’ê Hezîrana 2014’an de, di Jinêvê de got: Di nav wan lidarvekirina de li Îranê hinek kes hene ku di temenê zarokî de tûşî wê sûçê bûn e.

Bi gotina komîsera han a peyebilind, di sala 2013’an de herî kêm 500 kes hatine îdamkirin û niha 160 kes di girtîgehên Îranê de hêviya bi rêve çûna ceza lidarvekirinê ne ku di temenê zarokî de tûşî vê tawanê bûn e.
Li dengdana lihevhatina hiloşîna ceza darvekirinê di cîhanê de ji aliyê encumena mafên mirovan a NY, heşt welat ji wana Amrîka, Kûba, Rûsiye bê layen bûn û 10 welatên weke Çîn, Kuwêt, Pakistan û Erebistana Se’udî deng bi vê biryarnamê nedan.