
Li devedevê hatina roja 26`ê Sermawezê roja Pêşmergê Kurdistanê, rejîma Îranê bajarên Kurdistanê milîtarîze kiriye û givaş xistiye ser xelkê.
Pêka nûçeya ku gihîştiye bi malpera “Kurdistanmedia”yê, şeva derbasbûyî hêzên rejîma Îranê derdorê bajarê “Şino”yê milîtarîze kiribû û li ser pira “Pûşavê” a ser bi bajarê “Şino”yê xalên vekolînê danîbûn û mobaylên welatiyan vedkolîn.
Herwisa hatiya ragihandin ku bi kirêgirtiyên rejîmê bi sedema hatina 26`ê Sermawezê roja Pêşmergê Kurdistanê ew xalên vekolînê danîne.
Rejîma Îranê her sala di devedevê hatina hilkeft û rêûresmên taybet bi Hizbê tiris dikeve nav dilê wê û bajarên Kurdistanê milîtarîze dike û givaşek zêde dixe ser xelkê, lê endam û alîgirên PDKÎ tevî hebûna rewşek ewlehî û givaşek zêde kar û çalakiyên xwe berdewam dikin û amadebûna xwe bo birêvebirina her erkekê Hizbî radigehînin.