Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di devera Elend a bajarê Xoyê de binke û navendên hewce bo tenduristiyê tinînin

12:07 - 31 Tebax 2020

Di 17 gundên devera “Elend” a girêdayê bajarê “Xoy”ê de, navend û binkeyekî serast bona terxankirina hewcehiyên dermanî û herwisa çareserkirina hin pirsgirêkên asayî yên nexweşan tinîne.

Devera “Elend” li bexşa “Sefayiye”a girêdayê bajarê “Xoy”ê, bi salane ku ji xizmetkariyên dermanî bêpar in, ew devere ku 17 gundan li xwe digire, tenê di gundê “Belesor a jêrîn” de navendekî tenduristiyê heye ku bi tenê 2 rojan xizmeta xelkê dike.

Bi sedema rêyên axî û çiyayî, hatûçû di wê deverê de pir zehmet e, tevî dûrbûna rêya 3 demjimêran ji bajarê “Xoy”ê, xelkê wê deverê rastî pirsgirêkên micid di dema hawarhatina lezgîn de tên, ku eva jî bûye sedema canjidestdana hejmarek ji xelkên deverê bi taybet jinan, û xelk nikarin di dema hewce de, nexweşên xwe bo navndên dermanî û bo çareseriya pizîşkiyê veguhazin.

Nebûna rêya qîr, tunebûna pirrên qahîm li ser hin çeman, tinebûna xizmetkariyên destpêkî di gundan de, pirsgirkên dibistan û tinebûna xwendingehên hewce û standard, jiyana xelkê hejar û xwedî ajelên wê deverê dijwartir kiriye.