Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di devera jaweroyê girupekî çekdar bi hinceta xirabkirina navê pêşmerge daxwaza harîkariyê ji hemwelatiyan dike

22:13 - 2 Tebax 2014

Kurdistanmedia: Hejmarek çekdarên nenaskirî li devera Jaweroya Sine bi kincên pêşmerge û navê pêşmerge daxwaza harîkariyê ji xelkê û hemwelatiyan dikin û di wê pêwendiyê de PDKÎ daxuyaniyekê bilav dike.

Li gor rapora Kurdistanmedia, di çend rojê derbasbûyî de çend çekdarên nenaskirî û cihê şik û gumanê li devera Jawero û bi xasmanî gundên Niyer, Tengeser û Mirava, bi navê pêşmergên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê daxwaza harîkariyê ji xelkê û hemwelatiyan dikin.

Li gor raporta han, ew çekdarane serbarê ewê ku bi armanca rezîlkirina navê pêşmerge û xirabkirina rûmeta pêşmerge bal xelkê Kurdistanê, bêhurmetî bi hemwelatiyan dikin û bi şêwazekê tundutîjane tevî wan helsukewtê û daxwaza harîkariyê ji wan dikin.

Di heman demê de çekdarên nenaskirî yên han bax û mezirkên hemwelatiyan dane ber gulleyan û bi wî awayê hewla çêkirina keş û hewayeke tirsnak di deverê de çê dikin.

Hemwelatî li ser vê bawerê ne ku rejîma Îslamî ya Îranê bi armanca ewlehîkirina zêdetir a Kurdistanê û deverê destê wan girupe çakdarane wekirî hêştiye û bi wî cirî bi asanî keşekî leşkerî di deverê de çê dike.

Di vê pêwendiyê de Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, hemwelatiyan û rûniştiyên devera Jawero û bi xasmanî gundên Niyer, Tengeser û Mirava hayîdar dike ku ew girupe çekdare tu pêwendiyek bi PDKÎ nine.