Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di dewera Şarwêrana Mihabadê de yadê “Dr. Qasimlo” bi bilind hate ragirtin

13:04 - 21 Tîrmeh (Temûz) 2021

Bi hilkevta 32emîn salvegera şehîdkirina “Dr. Qasimlo” û hewalên wî ji aliyê dîplomat-terorîstên rejîma Îranê ve, Endamên PDKÎ li dewera Şarwêrana bajarê Mihabadê, bi lidarxistina çalakiya teblîxî yadê “Dr. Qasimlo” bi bilind ragirtin.

Têkoşerên Demokrat di 29ê Pûşperê de li dewera Şarwêran li gundên “Kêcava, Gabazele û Qeredax”ê û herwisa li navbera rêya wan gundan, bi belavkirina trakt û posterên taybet, çalakiya teblîxî lidar xistin.

Endam û alîgirên PDKÎ di wan rojan de bi hilkevta 22ê Pûşperê, li hemû dewerên Rojhilatê Kurdistanê bi awayên cur be cur yadê “Dr. Qasimlo” bi bîr anîn û soz û peymana emegdariya xwe digel rêbaza şehîdan nû kirin.