Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di dewerên derdora Hewramanê de, bêavî bûye sedema arîşeyekî micid

13:10 - 21 Tîrmeh (Temûz) 2021

Dewera zonanî ya “Wîraş” li bilindahiyên nêzî bajarê Pawê ku cihê çûna zozaniyan di demsala germê de ye, bi sedema, kaniyên Avê çik bûne û Pez û terşê xelkê rastî pirsgiêkan hatine.

Gelek cihan û bi taybetî li Zozanan de, rejîmê cehd kiriye ku çavkaniyên Avê biçikîne daku Av wanderan nemîne û xelk û Zozanî nekarin biçne wanderan.

Lewma niha  bi sedema kêm Aviyê li wan Zozanan de, Ava hewce bo terşê xelkê çinîne û werzêran li çend dewerên derdora Hewramanê xelk rastî pirsgirêka bêaviyê hatine û terşdar bi sedema wê bêavîyê zozanên xwe bi cih hêlane û dizivirne gundan û di çendîn gundên wan deweran de jî bi sedema nebûna sîstema dabeşkirina avê, Rez û çandiniya xelkê hişik dibin û xisar digehe xelkê.

Xwedî Pez û terşdarên dewera “Wîraş” ragihandine ku ew pirsgirêka Avê dê bibe sedem ku xelk desta ji xwedî kirina pez bikêşe, hekî kanî û cihê avê berê bihatana paqijkirinê ew pirsgirêk niha tine bû.

“Perwîz Îdepûr” Fermandarê Pawê ku agehdarê wê rewşê bû, sozên direvîn dane xelkê ku dê wan pirsgirêkan çarser bike û heta niha ti pêngavek hilnegirtiye.  

Di çendîn gundên girêdayê bajarê Pawê de Rez û hasila xelkê hişik dibin.

Herwisa rewşa Ava vexwarinê li bajarê Pawê xirab e û ti kesek jî xwe berpirsyar nizane.