Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di dibistan û xwandingehên Îranê de dersxwan bi awayekî sîstematîk rastî lêxistinê dibin

13:19 - 22 Gulan 2022

Di dibistan û xwandingehên hikûmî û na hikûmî ên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de, dersxwan bi awayekî sîstematîk rasî lêxistinê dibin.

Pêka dîmenên ku di nav torên civakî de hatine belavkirin,di debistan û xwandingehên rejîma Îranê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de dersxwan,  ji aliyê mamosteyên xwe ve rastî lêxistinê dibin û ew lêxistin û azardana dersxwanan bi awayekî sîstematîk di nav sîstema perwerdehiya rejîma Îranê de hatiye cihgîr kirin.

Lêxistina dersxwanan di nav sîstema perwerdehiya rejîma Îranê de, bi wateya hişiyar kirin û perwerdekirina zarokan û dersxwanan ye, ku eva pêka standardên cîhanî karek şaş e.

Di rastiyê de, nebûna yasaya piştevanîkirin ji mafê zarokan di mal û xwandingehên Îranê de, rêxweşkere bo  berfireh bûna diyardeya tundûtîjiyê di nav sîstema nekêrhatî a perwerdeya rejîmê de û ew tundûtîjî li ser zarokan û li ser meşa xwandina wan bandorek nerênî heye û gefe bo ser rewşa hûndir ya wan û dibe sedem, ku zarok ji xwadin û dibistanan tirs hebin û nekarin bi awayekî standard û baş fêrî zanistê bibin.