Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di du bûyerên cuda cuda de 11 kolber bûne qurbanî

16:54 - 8 Adar 2022

Pêka nûçeya ku Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê belav kiriye, roja Duşemî 16`ê Reşeme, di du bûyerên cuda cuda de, zêdetir ji 10 kolber bi sedema bûyerên hatuçûnê, birîndar bûn.

Bûyera yekem li nêzîk gundê “Qelaga” bi sedema wergerina maşîna hilgira kolberan, 6 kolber birîndar bûn.

Ew kolberane bo tedawiya pizîşkî bo navendên dermanî hatibûne veguhastin.

Herwisa di bûyera duyemê de û li heman rojê, bi sedema hevdana du maşînên cura xaver û maşîna hilgira kolberan, li cadeya Ciwanro-Pawe, 5 kolberên din birîndar bûn.

Ew kolberane xelkên bajarê Selas a Bawacanî û Ciwanroyê bûn.