Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di duyemîn roja vebûna dibistanan de du dersxwan bi Koronayê ketin

11:30 - 6 Îlon 2020

Piştî çend roj nerizayetiya malbatên dersxwanan li hember vebûna dibistanan di rewşa Koronayê de û herwisa gelek xelkê Îranê bi vê yekê bertek nîşan dan, lê di dawiyê de dibistan hatine vekirin û her di derbasbûna duyemîn roj bi ser vebûan dibistana de, du dersxwanên bajaroka “Îzey” ya ser bi Xûzistanê bi Koronayê ketin.

Di vê derheqê de rejîmê ti îmkanateke hewce bo xweparastinê ji bo dibistanan dabîn nekiriye û daxwaz ji malbatên zarokên dersxwan hatiye kirin ku dibe bo dabînkirina îmkanatên xweparastinê pareyeke diyarîkirî bidin û bilênnameyê jî, ji wan distînin ku zarokên wan rastî her nexweşiyekê bên di stuyê malbatên wan de ye.

Eva jî di halekê de ye ku Wezareta Perwerde û Hînkarî daye zanîn ku, vergirtina belênname ji malbatên dersxwanan ji aliyê berêveberên dibistanan ve bê exlaqî û qedexe ye.

Duh jî di piraniya dibistanên Îranê de rêkarên xweparastinê nehatine birêvebirin û eva jî dibe sedemê karesateke mezin û malbatên zarokên dersxwan jî dibe her roj çavnhêrên pêketina zarokan bi Koronayê bin.