
Di 3 mehên derbasbûyî de heya niha dehan hevwelatiyên Efxanî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve bi awayên cuda hatine kuştin.
Wekî xendiqandina nêzîk 50 kesî di nava çem de, kuştin û şewitandina 16 kesan di nava maşînan de li nêzîk bajarê Yezdê, kuştina 9 kesan li nêzîk bajarê Bemê, bû sedema helwest û berteka xelk û dewlet û part û saziyên Efxanistanê li dijî rejîma Îranê.
Roja Înê 12`ê Hezîranê, Serokê Hizba Hevbeşî ya Netewî ya Efxanistanê, dijkiryara tund a xwe li hember rejîma Îranê da xuyakirin û cinayet û kiryarên rejîma Îranê şermezar kir, û daxwaz kir ku hewceye bertek di hember Îranê de ji şermezarkirinê zêdetir be.
Wî deshilatdarê Efxanî daxwaza berteknîşandan ji Efxanistanê kir û daxwaz ji xelkê welatê xwe kir ku bila di xwenîşandaneke nerizayetiyê de, hem Îranê şermezar bikin û hem jî berahîka cinayetên wê rejîmê li dijî hevwelatiyên Efxanî bigrin.
Serokê Hizba Hevbeşî ya Netewî ya Efxanistanê got, hisaba xelkê Îranê digel ya rejîma cinayetkar, ji hev cuda ye, xelkê Îranê cîran û birayên me ne.
Herwisa di piraniya bajarên Efxanistanê de dîvarnîgarî hatine çêkirin, ku rejîma Îranê çawa xelkê bi awayê hovane dikuje, lê rondikên direvîn bo reşpêstekî Amerîkayê dibarîne.