
Hevdem di gel serdana Serokwezîrê Îsraîlê û Şêvirmendê Paye Bilind yê Koşka Sipî bo Îmaratê du teqînên cihê şikê di Ebuzebî û Dobêyê ya ser bi Îmaratê de çêbûn.
Pêka nûçeyên belavbûyî ku dane zanîn, duh roja duşemî 31ê Tebaxê, du teqînên mezin û cuda di Ebuzebî û Dobêyê de çêbûne û sê kuştî û çendîn birîndar li pey xwe ve hebûye.
Di dema ku Serokwezîrê Îsraîlê “Binyamîn Netanyaho” û Şêvirmendê Paye Bilind ê Koşka Sipî “Cerad Koşnêr”, duh bo cara yekê ji Telavîvê ber bi Îmaratê ve çûn, ristûranek di Ebûzebiyê de hate teqandin û Polîsên Îmaratê sedema wê bûyerê teqîna gazê dane zanîn.
Berê jî berpirsên rejîma Îranê, li derheq asayîkirina pêwendiyên di navbera Îsraîl û Îmaratê de gef xwaribûn, lewma şik û gumana hindê heye ku di dema serdana Serokwezîrê Îsraîl û Şêwirmendê Serkomarê Amerîkayê bo Îmaratê, rejîma Îranê cehda nehêminkirin û alozîçêkirinê dabin.