Di encama êrîşa DAIŞê de bo ser pêşmergeyên Kurdistanê li nêzî bajarê “Kifirî”yê pêşmergeyek şehîd bû, û sê pêşmergeyên din jî birîndar bûne.
Şeva derbasbûyî li ser rêya “Gopan” li nêzî bajarê “Kifirî”yê, 6 çekdarên girûpa terorîstiya “DAIŞ”ê, êrîş kirine ser çepera fewca 2 ya lîwaya 9a piyade ya Wezareta pêşmerge û di encam de pêşmergeyek ê bi navê “Mihemed Mensûr” şehîd bû, û 3ê Pêşmergên din bi navên “Bekir Qadir Seîd” “Yehya Adil Ferec” û “Şaxewan Qadir Seîd” jî birîndar bûne.
Herwisa Wezareta Pêşmerge ragihandiye ku ew şer 25 xulekan berdewam bûye û hêza pêşmerge kariye bi şerekî qehremanane wê êrîşê bişkênin û li pey wan terorîstan kevtine û ev lipeykevtin berdewam e.
Her di vê derheqê de şeva Şemî 6ê Sermawezê di devera “Tebî Telan” nêzî sînorê “Kulecû”yê bi sedema teqîna bombên DAIŞê 5 pêşmerge şehîd bûn û 5 pêşmergeyên din jî birîndar bibûn ku şeva derbasbûyî yek ji birîndaran şehîd bû.