Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di encama êrîşa esmanî ya Rûsiyê de 7 kesan canê xwe ji dest dan

12:52 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2022

Di encama êrîşa esmanî ya Rûsiyê ya li parêzgeha Îdlib ya li Sûriyê, 7 kesan canê ji dest dan ku, 4 kes ji wan zarokên temenê wan di bin 10 saliyê de ne û tev jî êndamên malbatekê ne.

Çavedêrê Mafê Mirovî li Sûriyê belav kiriye ku, roja Înê 22ê Tîrmehê, di encama êrîşa esmanî ya Rûsiyê ya li rojavayê parêzgeha “Îdlib”ê li gundên derdora bajarê “Cisir El-Şixûr”, 7 kesên sivîl ku 4 ji wan zarokên temenê wan di bin 10 saliyê de bûn û tev jî endamên malbatekê ne hatine kuştin.

Ew êrîşa esmanî ya Rûsiyê li heyama şevê de pêk hatiye, ku di vê demê dê gundî tev di malên xwe de raketibûn û ji ber vê jî kuştî zêde ne û peydakirina terman hîn jî berdewam e

Bavê wan zarokan yê bi navê “Îman Muezzin” ku birîndar bûye, gotiye: “Piştî lêxistina mûşeka Rûsiyê, wî tenê kariye termê hevjîna xwe di bin avahiya herifî de derbixe, lê termên zarokên wî hîn jî di bin axa avahiya herfî de bi cih mane û nehatine peydakirin”.

piraniya xelkê wan gundan, penaberên parêzgeha Hemayê ne ku, di heyama salên dawî yên şer de , li wir rûniştî bûne.