Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di erdheja Bakurê Kurdistanê de pitir ji 40 kesan canê xwe ji dest dane

11:28 - 28 Kanûna Paşîn 2020

Wê erdhejê xêncî canjidestdana 41 kesan û birîndarbûna pitir ji hezar kesî, gelek xisarên madî jî bi dû xwe de bi cî hêlan.

Sedan malbat bê mal û hal bûne, gelek avahiyan xisar dîtine û bo hindê nabin ku jiyan têde bête kirin.

Di demsala sir û seqema zivistanê de, xelk ji ber tirs û nîgeraniyan nikarin biçine avahiyan.

Wezîrê Karûbarê Navxwe yê Tirkiyê Silêman Soylu ragihand: “Ji bo malên ku xesara wan giran e û dê dewlet 30 hezar lîre wek perê despêkî bide wan, yê bilez jî 11 hezar lîre dê bi wan re bête danê"

Piştî erdhejê, gelek kempênên komkirina alîkariyê destbikar bûn û di hevara xelkê lêqewmî de çûn.

Hikûmeta Tirkiyê ragihand, ku heta bikarin avahiyên herifî ji nû ve çêbikin, ji ber vê ku xelk perîşan nebin, malên amade yê vagon anku kanêksên teyar bo jiyanê dê bidine kesên ku malên wan herifîne.