Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di êrîşa balafirên şer ên Îsraîlê li ser binkeyên Artêşa Sûriyê de çend çekdar hatine kuştin

12:26 - 24 Hezîran 2020

Pêka daxuyaniya Artêşa Sûriyê ku daye zanîn, di êrîşa balafirên şer ên Îsraîlê li ser bikeyên Artêşa Sûriyê li bajarên “Suyda û Dêrezor”ê de, du leşkerên Arêşa Sûriyê hatine kuştin.

Artêşa Sûriyê daye zanîn ku, hêzên Îsraîlê bi awayekî hevdem êrîş kirine li ser hin binkeyên di “Kebaceb” ya derdora “Dêrezor” û “Têl EL- Sehen” di çolatiya rojhilatê Sûriyê de.  Pêka wê raporê, êrîşa dinê jî ya hêzên îsraîlê li “Selxet” a di başûrê “Suyda”yê de di wê êrîşê de 2 leşkeriyên Artêşa Sûriyê hatine kuştin û 4 leşkerî jî hatine birîndarkirin.

Îsraîlê di mehên derbasbûyî de çendîn caran êrîşê ser binkeyên leşkerî yên di rojhilat û başûrê Sûriyê de kiriye û tê zanîn ku armanca wan êrîşan çekdarên girêdayê rejîma Îranê bûye û di wan deveran de hene.

Îsraîlê heya niha di derheq wan êrîşan de çi bertekek nîşan nedaye.

Îsraîlê heya nihe sedan caran êrîşê ser binkeyên çekdar ên girêdayê Spaha Pasdaran a terorîst kiriye û hertimî jî derbên giran ji wan xistine, lê rejîma Îranê hêşta jî nekariye bi awayê leşkerî bersiva wan êrîşên îsraîlê bide û tenê bi axavtin gef xwariye.