
Roja Înê 1`ê Nîsanê, li Rojavayê Kurdistanê maşînek rastî êrîşa balafêrên bê balafirvan ên Tirkiyê hat ku di encamê de kesekê canê xwe ji dest da û 2 kes jî hatine birîndarkirin ku yek ji wan helbesvanê Kurd Ferhad Merdê bû.
Asayişa Rojavayê Kurdistanê di derheq êrîşê de daxuyaniyek belav kiriye û ragihandiye ku di êrîşa balafirên bê balafirvan ên artêşa Tirkiyê de li gundewarê Tirbespiyê welatiyekê jiyana xwe ji dest da û 2 welatî jî birîndar bûn. HSDê jî li ser êrîşê daxuyanî belav kir û ragihand, yek ji birîndaran helbestvanê navdar Ferhad Merdê ye.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî li ser êrîşa Tirkiyê daxuyanî belav kir û daye zanîn ku êrîşên Tirkiyê li ser herêmên Rojavayê Kurdistanê berdewam in.
HSDê diyarî kiriye, “di encama vê êrîşê de hevalekî me bi navê Dirar Cuma Hemze şehîd bû û herwiha 2 hevalên me jî birîndar bûn ku yek ji wan helbestvanê navdar Ferhad Merdê bû. HSD dibêje rewşa birîndaran baş e.”