Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di êrîşa bo ser tiromibîla Spaha Pasdaranê de, aliyê kêm 20 kes hatine kuştin

17:03 - 14 Şibat 2019

Kurdistanmedia: Di êrîşa bo ser tiromibîla Spaha Pasdaranê de, li ser rêya “Xaş-Zahidanê, aliyê kêm 20 endamên Spaha Pasdaranê hatine kuştin, û herwisa li gorî rapora Biryargeha Spaha Qodsê, di wê tiromibîlê de 40 pasdar hebûne.

Roja Çarşemî 24`ê Rêbendanê (13`ê Şibatê) tiromibîleke Spaha Pasdaranê, rastî êrîşekê hat, û di encamê de jî, aliyê kêm 20 pasdar hatine kuştin.

Spaha Padaran a rejîma Îranê bi belavkirina daxuyaniyekê, ev êrîşa piştrastkiriye û ragehandiye ku, ev êrîşa li rêya tiromibîleke tijî ji madeyên teqînê  çê bûye, û li gorî daxuyaniyî ev endamên Spaha Pasdaran di dema zivirînê de rastî vê êrîşê hatine.

Berpirsekî Biryargeha Qods, derheq veguhastina birîndaran bo nexweşxaneyê axavtiye lê, derheq hejmara kuştiyan tu tişt nedaya xuyakirin.

Herwisa Mihemedelî Mûhêbetî, parêzgarê Sîstan û Beloçistan gotiye ku, pêka dawîn raportan, heya niha 27 kes di vê bûyerê de hatine kuştin, û 13 kesên din jî birîndar bûne.

Li gorî raportên nûçegihaniyên rejîmê, Saziya “Cêyş-Edil” bi belavkirina daxuyaniyekê, bi awayî fermî berpirsayetiya vê  êrîşê girtiye bi stûyî xwe.

Her di vê pêwendiyê de, Biryargeha Qods a Hêza Bejahî a Spaha Pasdaran a rejîmê, bi belavkirina daxuyaniyekê, ev êrîşa ji aliyê dezgehên îtila`atî yên girêdayî  detpotîzma cîhanî, û herwisa ji ber şikestxwarina detpotîzma cîhanî hatiye encam dan, û herwisa ev piştî meşên 22`ê Rêbendanê dane zanîn.

Her di vê pêwendiyî de jî, Parêzgarê Sîstan û Beloçistanê, li roja Pênçşemiyî şûnda sê roj şîna giştî ragehand.