Pêka nûçeyên belavbûyî, roja Pêncşemî 12`ê Şibatê, bi sedema êrîşên esmanî li ser binkeyên hêzên çekdar yên ser bi rejîma Îranê li devera Ebulkemal a Sûriyê, 12 çekdar ji hêzên girêdayê rejîma Îranê hatine kuştin.
Hin çavkaniyên nûçeyî, Îsraîlê encamderê wê êrîşê dizanin ku ev sê sal in hewil dide û nehêle çekên çêkirî yên rejîma Îranê bigihîjine Sûriyê.
Lê hin nûçe jî hatine belevkirin ku ew êrîşa esmanî ji aliyê balafirên şer ên Amerîkayê ve hatine kirin, ku di vê êrîşê de karwaneke hilgirê çekan kirine bi armanc û di encamê de 12 çekdarên ser bi rejîma Îranê hatine kuştin.