Şeva Pênçşemî 24`ê Şibatê li bajarê Demişqê hin xalên leşkerî yên Artêşa Sûriyê bûn bi armanca êrîşên mûşekên Îsraîlê.
Di şeva derbasbûyî de, Artêşa Îsraîlê bi roketan çend xalên leşkerî yên hêzên Sûriyê kirin armanc û di encama wan êrîşan de sê leşkerên Sûriyê hatin kuştin.
Herwisa çavkaniyek leşkerî ya girêdayê Sûriyê di hevpeyvîna digel Nûçegihaniya fermî a“SANA” ya girêdayê rejîma Sûriyê, ev êrîşa piştrast kiriye û ragihandiye, li bajarê Demişqê Artêşa Îsraîlê çend xalên leşkerî kirine armanc û di encamê de sê leşkerên rejîma Sûriyê hatine kuştin.
Her di vê peywendiyê de, roja Çarşemî 23`ê Şibatê jî, Artêşa Îsraîlê li parêzgeha Quneytriye ya Sûriyê hin xakên din yên leşkerî yên rejîma Sûriyê kiribûn bi armanc.
Wê çavkaniya leşkerî ya rejîma Sûriye diyar kir ku, di wan êrîşan de, bilî zirarên canî zirarên malî yên bêsînor jî, hebûne.