Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di êrîşek esmanî de 7 çekdarên rejîma Îranê hatine kuştin

11:06 - 11 Çirriya paşîn 2021

Saziya Çavdêriya Mafê Mirovî ya Sûriyê ragihandiye, ku li Sûriyê êrîşek esmanî li ser hêzên girêdayê rejîma Îranê hatiye kirin ku tevî xisarên malî xisarên canî jî hebûye.

Saziya Çavdêriya Mafê Mirovî ya Sûriyê daye zanîn, roja Çarşemî 10 Çiriya Paşîn, êrîşa esmanî li ser enbarên cebilxaneya milîsên girêdayê rejîma Îranê li bajarê “Elbû Kemal” hatiye kirin ku di wê êrîşê de çendîn enbar hatine teqandin û aliyê kêm 7 kes ji milîsên girêdayê rejîma Îranê di wê êrîşê de hatine kuştin.

Herwisa Çavedêriya Mafê Mirovî a Sûriyê ragihandiye, piştî wê êrîşê kamiyonên hilgirê milîsên girêdayê rejîma Îranê ji Îraqê bo bajarê “Elbû Kemal” li rojhilata çemê Firatê hatine.

Heta niha rohn nebûye ku ew êrîş ji aliyê çi welat ve hatiye kirin.

Rojnameya “Guardian” a Birîtaniyayê di raporekê de li ser devera “Elbû Kemal” eşkere kiriye: “Bernameya amadekirina rêyekê bo Şîeyên Îranê ber bi Lubnanê ku heyameke zêde Qasim Silêmanî yê terorîst li pey bû, di wê deverê de ji aliyê rejîma Îranê ve bi micîdî kar li ser tê kirin û padsarek terorîst ê bi zêdenavê “Hac Esker” bernameya derzkirina Îranê bo wan deveran bi rê ve dibe.