
Zêdebarê hebûna Koronayê û nîgeranî ji tûşbûna bi vê vîrûsê, dîsan jî di asta Îranê de dengê nerizayetî û bêzariyê tête bihîstin.
Parek ji xelkê bêkar ên bajarê Şûşê li parêzgeha Xûzistanê dest kirine xwenîşandan û nerizayetiya xwe nîşan dane.
Ciwanên bêkar ên Ereb eve çend sal e daxwaza kar dikin di şirketên herêmên xwe de, hevdem rejîm xelkê xeyrî vê nawçeyê ku Ereb nînin, ji cihên dinêye Îranê, li wan deveran bi cih dike û kar dide wan.
Nêzî 7 rojan e ku berdewam xelk bi kombûna xwe, nerizayetiyan nîşan didin.
Parek ji xwenîşanderên bajarê Şûşê ji aliyê hêzên tepeserkar ên rejîmê ve hatine binçavkirin.
Herwisa di bajarê Eher a ser bi parêzgeha Tewrêzê jî, li derheq zevtkirina erdê wan ji aliyê rejîmê ve, sedan kes hatine ser şeqaman û dest kirine bi xwenîşandanê û nerizayetiyên xwe nîşan dane.
Rejîmê dest bi ser erdê wan de girtiye û pirojên hikûmetî têda avakirine.
Nerizayetî di zaf taxên bajarê Tehranê jî dest pêkiriye.
Piraniya Karmendên Tehranê di hember nedana hiqûqa mehane ya xwe, ber derê Wezareta Rê û Bajar çêkirinê kom bûn û dest kirine bi nerizayetiyê.
Nêzî çend mehan e ku rejîmê hiqûqê piraniya karmendên îdaran nedaye.
Roja 26`ê Nîsanê, sedan perestar û pizîşk û kadrên dermanî li bajarê Meşhedê kom bûn û li derhq nebûna îmkanatên pizîşkî û pêdiviyên xweparastinê wekî mask, lepik, kinc, derman, xizmetguzariya di nav nexweşxanan de, dest bi nerizayetiyê kiribûn.