Pêka gellaleya sala 1401`an a ku roja Yekşemî 21`ê Sermawezê ji aliyê kabîneya “Îbrahîm Reîsî” ve bi meclîsa rejîmê hatitye pêşkêşkirin, tevî vê ku pareyê bîhanî yê 4200 Tumenî hatiye reşkirin, bi awayek berçav bûdceya Spaha Pasdaran a terorîst û Deng û Rengê rejîmê jî hatiye zêdekirin.
Bûdceya Spaha Pasdaran a terorîst ku sala borî bi %58 hatibû zêdekirin û ji 24 hezar û 335 miliyard Tumen bi 38 hezar û 564 miliyard Tuman gihabû, îsal pêka vê ku di fayla gellaleya bûdceyê de îşare pê hatiye kirin, bûdceya Spaha Pasdaran gihaye bi 93 hezar miliyard Tumen û bi vî awayî zêdetir ji %2.4 hatiye zêdekirin.
Di halekê de bûdceya Spaha Pasdaran a terorîst hatiye zêdekirin ku ew Saziya terorîstî tevî vê ku tayek din a terorîstî di derveyê welat de heye, çendîn girûpên din di bin fermana wê de mijûlê kiriyarên terorîstî di derveyê welat de ne û tevahiya vê bûdceyê terxanê wan girûpan ji bo kiriyarên terorîstî bo têkdana ewlehiya welatan û nemaze deverê tê kirin.
Bûdceya Saziya Deng û Rengê rejîmê jî ku di bin çavdêriya rêberê rejîma Îranê de bi rê ve diçe, yek din ji mijarên balkêş ên gellaleya bûdceyê ye.
Pêka vê gellalê, bûdceya ku bo Deng û Rengê rejîmê hatiye terxankirin 5 hezar û 289 milyard Tumen e. Bûdceya vê Saziyê di îsal de 3 hezar û 384 milyard Tumen bû û bi vî awayî bûceya sala bê %56 bilind bûye.
Ev bûdceye li ser bingeha 1 milyon û 200 hezar bermîl nefta 60 Dolarî hatiye darêtin ku pêka bûdceya îsal 10 Dolar zêde hatiye berçavgirtin, û tevî vê ku di bûdceya îsal de rêjeya firotina rojane a neftê 2.3 milyon bermîlk hatibû berçavgirtin.
Herwisa di gellalê de bo yekem car îşare pê hatiye kirin, ku hemû ew maşînên nirxa wan serweyê 1 miliyard Tumenî û xanî û wîlayên zêdetir ji 10 milyard Tumenî ne divê bacê bidin.
Bi vî awayî rejîm dixwaze qerebûya bûdceya sala bê ji berîkên xelkê qata serê dabîn bike.