Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di girtîgeha Geçsaranê de, girtiyan girev girtin

10:54 - 3 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Di girtîgeha Geçsaranê de, nêzî 300 girtiyan derheq kêşeyên vê girtîgehê wekî  rewşaTendurustî û xûrakê, û reftara xirab digel girtiyan û nedana murexesiyê bi girtiyan dest bi girevê girtin.

Li gora rapora nûçegihaniya “HRANA” du girtiyan digel malbatên xwe pêwendî girtine, û ragehandine ku nerazîbûna wan derheq rewşa xirab ya bijêwa jiyana malbatên girtiyan li dervey zindanê, reftara pirr ji cudahîdanînê digel girtiyan, nedana murexesiyê bi girtiyan û hukmên derkirî û reftara nebaş ya serdozgerê Geçsaranê digel malbatên girtiyan bûye.

Her derheq vê nerazîbûnê de, berpirsyarên girtîgehê gef li girtiyên nerazî xwarine ku ew dixwazin heft kes ji girtiyên nerazî bi tawana rêbertîkirina meşên nerazîbûnê bişînin girtîgehên din.

Çavkaniyeke agehdar ku du endamên malbata wê di vê girtîgehê de ne, bi nûçegihaniya “HRANA” ragehandiye, ku di rojên borî de gitiyekî  bi navê Hamid Pîrayiş bi birrîna guhê xwe xwastiye nerazîbûna xwe nîşan bide, û niha bo odeya takekesî hatiye şandin, û herwisa girtiyekî din jî hewla xwekujiyê daye. Mîrmihemed Mîrî çalakê siyasî xelkê gundê Dîl ya herêma Geçsaranê jî wekî rexnekirina nedana murexesiyê bi wî, di roja sêyem ya girevê de ye.

Mîrmihemed Mîrî çalakê siyasî xelkê gundê Dîl li herêma Geçsaranê bûye, û di roja 30`ê Pûşperê ya îsal hate girtin û bona derbazkirina dewrana mehkûmiyeta xwe bo girtîgeha Geçsaranê hatiye veguhastin.