Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di girtîgeha Mihabadê de vîrûsa koronayê belav bûye

17:24 - 21 Tebax 2021

Bi berçavnegirtina rênimûniyên rêkxirava Cîhanî ya Tendirustiyê û bikêrnehatina karbidestên rejîma Îslamiya Îranê, çendîn kes ji girtiyên girtîgeha bajarê Mihabadê tîşî vîrûsa Koronayê bûne û nigeranî û tirs kevtiye nav dilê girtiyên wê girtîgehê.

Pêka gotina çavkaniyên xwecihî, çendîn kesên wê girtîgehê tûşî vîrûsa Koronayê bûne ku rewşa tendirustiya hinek ji wan girtiyan xirab e.

Perirsên wê girtîgehê heta niha jî rêgirî ji belavbûna wê nûçeyê dikin.

Çavkaniyeke agehdar basa vê yekê kiriye ku berpirsên girtîgehê heta niha bo hemberderketin li dijî vê vîrûsê ti hewlek nedane û ti bersivekê bi daxwazên girtiyan nedane.