Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di girtîgeha Sinê de givaşê dixne ser girtiyên siyasî

12:11 - 4 Çirriya paşîn 2020

Di girtîgeha bajarê Sinê de, karbidestên wê girtîgehê givaşê dixne ser girtiyên siyasî û şerê derûnî bo wan çê dikin.

Li gorî zanyariyên giheştine Nûçegihaniya “Kurdistanmedia” yê, Cebar Nîknefis, birêveberê navxwe ê girtîgeha Sinê, givaşê bo girtiyên siyasî tîne û şerê rewanî bo girtiyan çê dikin.

Ev karbidestê rejîmê di girtîgeha Sinê de bi awayekî sîstematîk givaşê dixne ser girtiyên siyasî û rewşa ne hêminiyê bo girtiyan afirandiye.

Di girtîgeha Sinê de hejmareke zêde girtiyên siyasî hene ku karbidestên rejîmê wekî eşkence, givaşa ruhî û rewanî bo wan girtiyan tînin.

Berpirsên wê girtîgehê ti bersiveke wiha nedane girtiyan û belkî piraniya caran jî bi bê hurmetî bersva girtiyan dane.

Girtîgeha navendî a Sinê hejmarekî berçav girtî, bi taybet girtiyên siyasî û Olî li xwe ve digre, û ji 10 bendên sereke pêk hatiye.