
Berbijêrekî meclisa Îslamî ya Îranê bona komkirina dengan serdana gundê “Melhem” a girêdayê bajarê Selmasê kir û ti kes ji xelkê wî gundî, guhnedayê û neçûne cem wî berbijêrî.
Roja Çarşemî, 30`ê Rêbendanê, berbijêreke meclisla rejîma Îranê, bo komkirina dengan serdana gundê “Melhem” a girêdayê bajarê “Selmasê” kiribû ku, ti kes ji xelkê wî gundê guhpênedan û ti kes neçû cem û tenê hinek ji zarokan wekî, lîstokeke zarokan li derdora wî kombûn û kesên ku temenê wan bo dengdanê dibe, xwe ji wî dûr girtibûn.
Wî berbijêrê dema ku zanî ti kesek derdora wî tine, daxwaz ji berpirsên dibistanê kiribû ku, ji bo kombûna xelkeke zêde zarokan li derdora wî kom bikin.
Eve jî di halekê de ye ku, ev zarokene temenên wan bo dengdanê nabe tenê ji bo paropagehndeyên xwe zarokan komê ser hev dikin.
Herwisa di bajarê Baneyê de jî, zaf guhnedane wan berbijêran, û ew neçar man bi dana pere bi hindek ji zarokan, ku bo wan piropaganda bikin.
Xelkê Kurdistanê di piraniya cihan de, guh bi wan berbijêran nadin.
Hindek ji berbijêran, bi bangkirina xelkê bo xwaringehan û dana pere bi zarokan, hewl didin bo xwe dengan kom bikin, her cîqas ku xelk, êdî dizanin eve tenê şano ye, berbijêrên meclisa rejîma Îranê hewl didin xelkê bixapînin û rejîma Îranê jî, bo alîkarîdan bo xapandina xelkê, hewl daye ku dijatiya eşîretî, Olî û netewî bine ber bas û wê şanogeriyê xurtir bike.