Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di gundên parêzgeha Kirmaşanê de pirsgirêka înternetê heye

10:51 - 1 Çirriya paşîn 2021

Pêka amarên  rejîma Îranê di parêzgeha Kirmaşanê de 184 gundên ku zêdetir li 20 malbatan tê de dijîn ji înterneta lezgîn bêpar in û kêmbûna lezgîniya înternetê pirsgirêk bo xelkê û dersxwanan afirandiye.

Berpirsên parêzgeha Kirmaşanê tevî pişrastkirina bêparbûn a 184 gundên zêdetir li 20 malbatî yên wî parêzgehê ji înterneta lezgîn îdia kirine ku hewlê bo çareserkirina lezgîniya înternetê bo wan gudan didin lê wan berpirsan ti basek li înterneta gundên ku kêmtir ji 20 malbatan tê de dijîn nekirine ku hinek ji wan gundan heta hîla telefonê jî tinîn.

Bi sedema nebûna înterneta lezgin di wan gundan de waneyên hînkarî yên Online sekiniye û dibistanî, xwendevan û xwendkar nikarin ji hinkariya Online mifahê verbigrin.

Herwisa karê wan kesên ku bi rêya înternetê tê cîbicîkirinê di wan gundan de rawestiya ye û nikarin karên xwe bidomînin.

Berpirsên rejîmê li parêzgeha Kirmaşanê îdia kirine ku interneta 1528 gundên wê parêzgehê lezgîn e lê ew îdiaya wan çewt e û lezgîniya înternetê bi qasa hewce nîne û gelek caran jî qut dibe ku bo hînkariya Online pirsgirêkeke gelek micid e.