
Di heyama salên derbazbûyî de, tevî vê ku pirsgirêka bêaviyê zirareke zêde li para çandiyê xistiye, lêbelê, niha bûye sedem da ku piraniya gundên girêdayî vê parêzigehê rastî kêmbûna ava vexwarinê bibin.
Niha rewş wusa ye ku, rûniştiyên gundên vê parêzgehê yên navçeyên weke, “Enzel, gundê Naziye, Karêz û Qerebax”, bi sedema bê aviyê neçarin beraxwe bidin bi bajêr.
Herwisa di başûrê vê parêzgehê de jî, 141 gundên derdora bajarê “Mihabad”ê hewcehî bi dabînkirina ava vexwarinê hene.
Herwisa gundên devera “Qereqoyinî” a girêdayî, bajarê “Şût” û gundên navçeya “Eres” a girêdayî bajarê “Poldeşt”ê, di şev û rojekê de, tenê 2 demjimêran ava vexwarinê hene.
Perêzgeha Urmiye, duyemîn parêgeha pirr av di nav parêzigehên din yên Îranê de tê hesab kirin, di heyama salên derbazbûyî de tevî kêmbûna rêjeya barîna baranê, xemsarî û siyasetên sîstematîk yên berprisên rejîmê ên derheq rojhilatê Kurdistanê de, bûye sedem da ku welatî rastî pirsgirêkên bêaviyê bibin.