Ofîsên tomarkirna zevacan di havîna îsal de, zêdetir ji 9 hezar zevaca keçan tomar kirine, ku temenê wan di navebra 10 heta 14 salan de bûne.
Navenda Amara rejîma Îranê daye zanîn, ku li Havîna îsal de 9 hezar û 58 keçên temen 10 heta 14 salî di ofîsên zevacê de, hatine tomarkirinê û herwisa îşare kiriye ku hevdem 188 keç ji hevjînên xwe cuda bûne; Herwisa zevaca zarokan pêka yasayên rejîma Îranê her berdewam e.
Di wê derheqê de, Cihgêra Serkomarê rejîma Îranê li “Karûbarê Jin û Malbat”ê, “Me`isûme Îbtikar” daye zanîn, ku her salê 30 hezar keçên ku temenê wan kêmtir ji 14 salan in dizevicîn.
Di sala1397an de reşnivîsa qedexekirina zevaca zarokan ji aliyê “Komîsiyona Dadweriya Meclîs”a rejîmê de hate red kirinê.