Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Helebê de 2 milyon û 500 hezar kesan mala xwe terikandin

20:06 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Di bajarê Heleb a Kurdistana Rojavayê de 26 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane û 2 milyon û 500 hezar kesan jî mala xwe terikandine.
Waliyê Halebê yê Artêşa Azad a Sûriyê(AAS) di daxuyaniyekê de ragehand, di destpêka şer û pevçûna Sûriyê de herî kêm 26 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdeyî 2 milyon û 500 hezar kes jî mala xwe terikandine.
Herwiha di wê daxuyaniyê de hatiye, 400 hezar zarokên xwendewar beriya êrîşên rejîm li herêmên rizgar bûyî hebûn, lê piştî ewê ku debistanên wan herêma bûne armancên êrîşên hêzên rejîma Beşar Esed, niha hejmara zarokên xwendewar gihîştiye 30 hezar kesan.
Ji aliyek din a wê daxuyaniyê de hetiye ku bajarê Helebê weke yek ji bajarê mîrata çand wesfandiye ku daxwaz ji NY hatiye kirin vî bajarî biparêzin.
Bajarê Helebê yek ji kewntirîn bajarê Rojhelata Navîn e û piştî bajarê Demişqê duyemîn bajarê Sûriyê bo mezintahiyê ye ku dikeve Kurdistana Rojavayê û bi bajarekî Kurdistanê û paytexta Bazarganî û Çandî hatiye nas kirin û kelaye bi navê Kela Helebê tê de heye û li 355 kîlomêtriya Bakûrê Demişqê û girêdayî parêzgeha Efrînê û hev sînorê Tirkiyê hilevtiye û zêdeyî 3 milyon û 500 hezar nifûsa vî ye û 4 taxên girîn bi navên “Eşrefiye, Hiluk, Sîryan Qedim û Şêx Meqsûd” ku Kurd tê de akincî ne, pêk hatiye.